Rûgerên Berhev

Tu xwendekar î? An gerok? Belkî vekolîner an jî bazarxwazek î, ferq nake; gelek caran mirov ji ber gelek sebebên cur bi cur, mecbûr dimîne ku gelek rûger (tab) li ser geroka xwe veke. Min di nivîsa pêşîn de bi kurt û kurmancî li ser rûgerên komkirî nivîsandibû. Bi rastî rûgera berhev jî mîna rûgera komkirî taybetiyekê jiyanparêz e. Bi wê, pêdiviya derbasbûna nav rûgeran namîne ku ev çalakî bi rastî jî motîvasyona bikarhêner kêm dikir û dikuşt; ji ber ku mirov bi derbasbûna rûgera din hinin zanyarî ji bîr dikir ên ku vedikoland û dixwend, nedikare wan rasterast di bîra xwe de bihêle.

Ka ez behsa bikaranîna vê taybetiyê bikim. Bi bişkoka Ctrl-yê li rûgerên xwe bitikîne yên ku tu dixwazî wan bidî berhev. Piştre bi rast-tikandina mişkê kulînê (menu) veke û li vê vebijêrkê bitikîne: “Van X rûgeran bide berhev”. Li vir X hejmara rûgerên ku te hilbijartine. Ji ber mezinahiya dîmendera min a kombersê ez heta 4 rûgeran didim berhev lê ev hejmar -heke dîmendera kombersa te firehtir be, dikare zêdetir be.

Sê awayên berhevdanê hene: Bi ya stûnî ya ku li jêr min wekî mînak 3 dîmender pêşkêşî we kir. Bi min, di dîmenderên biçûk de ya herî kêrhatî ev e. Lê tu dikarî bi ya asoyî jî bide berhev. An jî bi ya dilê xwe tev bide û rûgerên xwe bi ya hûnanê (grid) bide berhev, bi taybetî di lêgerînên wêneyan de baş dixebite. Ev hemû vebijêrk bi tikandina nîşaneka çargoşeyî derdikeve pêşiya bikarhêneran a ku ser darika rewşê ya rast-jêr a çarçoveyê (window) ye. Her wiha li vir vebijêrka “Rûpelan nede berhev” jî heye ku gava karê te qediya, tu dikarî bi hêsanî wan veguherîne rûgerên xweser.

Du rûger li ser dîmenderê bi ya stûnî hatine berhevdan. Ji bo xwendekar û vekolîneran bi rastî rêbazekê jîrane ye.
Tu gîska gerok î û îcar tu dixwazî li Amedê bigerî. Pira Dehderî, Sûra Amedê û Gulistanên Hewselê… Neqandina danasîn û nexşeyan karekî zehmet e û gava lêkolînê jî zêdetir dibe. Hemû rûgerên xwe li ser dîmendera kombersê bijidîne û bila motîvasyona te xera nebe.
Tê here civînekê rojbûnê û divê tu diyariyekê bikirî. Tu têketî malperên kurdî yên danûstandinê û vebijêrkan ava kir… Her çar rûgeran bila ser dîmendera te berhev bin. Û tu dikarî ji bo hilbijartina yekî, alîkarî ji xwişk û birayê xwe bistînî -bêyî gerê nav rûgeran û bi kalîteya guhertoyên mobîlê û helbet rasterast li ser dîmendera kombersê.
Bi ya asoyî berhevdana du rûger.
Rûgerên berhev ên bi ya hûnanê bi rastî di lêgerînên wêneyan de jiyanparêz e.

Berî ez vê nivîsê xelas bikim, ji te rica dikim ku tu yê vê nivîsê û yên din li ser medyaya civakî belav bikî da ku hemû heval û hogirên te vê geroka bi tevahî kurdî daxin û bi kar bînin geh li kombersê geh li telefonê. Û ricayekê din jî ev e ku li Androidê herin Google Play-ê û 5 stêrk bidin û di şîroveya xwe de qala kurdîbûna gerokê bikin. Dê ev dilnazikiya te pir alî me bike. Ji niha ve mala te ava! 🥰 😘

Comment

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir