Ji bo geranekê sivik van 5 serristeyan biceribîne

Vivaldi bi rewşa xwe ya bapêçkirî gelek taybetî dihewîne. Hinin ji wan bi rastî jî jiyanparêz in û hinin ji wan dê çalakiya te ya geranê sivik bikin. Dixwazim di vê nivîsê de bi te re 5 serriste parve bikim. Ka were em dest pê bikin.

1. Dîmena Xwînerê

Nîşaneka Dîmena Xwînerê

Bi rastî gelek malper ji aliyê sêwirana xwe ve şertên xwendinekê xweş pêşkêşî bikarhênerên xwe nadin. Wekî bikarhêner, gava gotarekê dixwînim, naxwazim tiştinin dergotarê li çavê min kevin. Loma taybetiya xwînerê bo min pêdiviyekê mezin e û Vivaldi jî vê taybetiya cihgirtî dide xizmeta bikarhênerên xwe. Gava ku tu têdikeve rûpelên ku di nav xwe de gotar dihewînin, li rasta darika navnîşanê, nîşaneka “Dîmena Xwînerê” derdikeve. Heke tu lê bitikîne, rûpel yekser vediguhere dîmena xwînerê û bi nîşaneka xwînerê tu dikarî bi ya pêdiviya xwe guhertin li ser dîmenê bikî.

Bi dîmena xwînerê mirov bi rehetî gotara xwe dixwîne.

2. Koda QR

Herçiqas taybetiya hevdemkirinê ya Vivaldiyê hebe jî heke bikarhêner bixwaze dikare koda QR-ên malperan bi tikandinekê derxe û bi riya sepanên xwînerê ya telefon û tabletên xwe di amûrekê din de li nav heman malperê bigere. Bo barkirin û sazkirinê tu pêdivî bi pêvekan tune ye. Nîşaneka koda QR-ê li ba nîşaneka şûnpelê li rasta darika navnîşanê hatiye bicihkirin û bo hemû malperan pir bi kêrhatî ye. Yan jî tu dikarî bi vebijêrka “jê bigire”yê wêneya koda QR bigirî û bi riya sepanên xwe yên axaftinan bişînî hevalên xwe.

Li nîşanekê bitikîne û bila wêneya koda Qr-ê derkeve. Bikarhêner dikare bi riya destgeha xwe ya tevnê wekî mînak ji Telegramê wêneya QR-ê bişîne hevalên xwe.

3. Anîmasyon û wêneyan veke/bigire

Hinin malper hene ku bi rastî tije wêne ne û mixabin sernav û gotar di wan de winda dibin. Vivaldi ji bo vê jî taybetiyekê tevlî geroka xwe kiriye û daniye ser hêla rastê ya darika rewşê -ku ev darik wekî berdest li jêra çarçoveyê bi cihgirtî ye.

Ev rûpela çandê ya malpera radyoya Cosmo ye. Heke tu hez bikî dikarî here ser darika rewşê ya jêra dîmenderê û li nişaneka wêneyê bitikîne. Wekî di wêneyên jor de jî dibînî sazkarî du beş in: wêne û anîmasyon. Heke tu li ser kombersê, bi riya girêdana WiFi-yê (tethering) ya telefona xwe digihîjî înternetê dê bi rastî wêne û anîmasyonan kotaya bapêça (pakêt) te ya înternetê ziwa bike. Loma texmîn dikim ku hevalên xwendekar gelek sûdê ji vê taybetiyê werbigire.

4. Motorên lêgerînê yên guherbar

Wekî tu jî dizanî DuckDuckGo ji aliyê nihêniyê ve motora herî baş û serkeftî ya lêgerînê ye. Vivaldi vê motorê di çarçoveyên taybet de wekî berdest bi kar tîne, lê Big Tech li her derî acizker e. Loma ez DDG-yê li her derê wekî berdest bi kar tînim. Lê belê divê mikur bêm, ji aliyê encaman ve asta wê nagihîje Google-ê. Em nikarin DDG-yê sûcbar bikin ji ber ku di sala 2020an de para Google-ê di bazara motorên lêgerînê de ji % 69 bûye! Mîlyaran mirov… Êh bêyî nihêniyê heman destûran bidî DDG-yê ew ê jî bibe hoste. Her wiha, li vir pirsgirêka me mijarekê din e. Heke tu li tiştekî spesîfîk digerî ku li hêviya encaman e û li DDG-yê, te bersiva xwe negirt. Tu dikarî bi hêsanî hema li ser zeviya lêgerînê motorên din bi kar bînî. Tenê berî têgeha xwe ya lêgerînê, sertîpa navê motorê binivîse û lê bigere. Wiha (g têgeh. Dê li Google-ê bigere). Heke tu sertîpa motorên lêgerînan nizanî, an jî dixwazî yên nû tevlî rêzokê bikî, bi dorê biçe: Sazkarî>Lêgerîn>Motorên Lêgerînê

Sazkarî>Lêgerîn>Motorên Lêgerînê. Li vir tu dikarî motorên heyî rake an jî kurteriyên wan biguherîne û motorên din ên nû tevlî rêzoka xwe bike.

Niha li wêneyên jêr binêre. Her çiqas di geroka min de motora lêgerînê ya DDG berdest be jî bi saya sertîpên motorên din bêyî sazkirinên zehmetdar, dikarim derbasî motorên din bim û lêgerîna xwe berfirehtir bikim.

(Ji bo li wêneyên din li ser wêneyên biçûk bitikîne.)

5. Bêhnvedan

Rojekê tijî mijûlahî bû û tu dixwazî xwe ji ber dîmendera kombersê xelas bikî. Baş e. Li ser darika rewşê ya li çep-jêra çarçoveyê nîşanekek li benda te ye: birawestîne. Gava ku tu li vê bişkokê ditikînî, hemû rûger tê de, çarçove vala dibe. Niha tu dikarî wekî hîç ne li ber kombersê bû, maseya xwe biterikînî heta ku tu vegerî. Heke tu bixwazî hemû rûger vegerin, dîsa li heman bişkokê bitikîne karên xwe bidomîne.

Berî bêhnvedanê 10 rûger (ên komkirî û ên berhevkirî) û 1 destgeha tevnê vekiriye. Piştî tikandina bişkoka bêhnvedanê hemû tişt tê rawestandin û gerok tê valakirin. Lê netirse, heman bişkok dê hemû rûgerên te dîsa dîne.

Berî ez vê nivîsê xelas bikim, ji te rica dikim ku tu yê vê nivîsê û yên din li ser medyaya civakî belav bikî da ku hemû heval û hogirên te vê geroka bi tevahî kurdî daxin û bi kar bînin geh li kombersê geh li telefonê. Û ricayekê din jî ev e ku li Androidê herin Google Play-ê û 5 stêrk bidin û di şîroveya xwe de qala kurdîbûna gerokê bikin. Dê ev dilnazikiya te pir alî me bike. Ji niha ve mala te ava! 🥰 😘

Comment

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir